Kurmancî-"Mizgîn".3gp - a podcast by Tze-John Liu

from 2020-03-12T01:53:27

:: ::

"Good News"- Kurmanji Language.3gp //
YÛHENNA 1 - Di Destpêkê de Peyv Hebû

1Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. 5Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême. 6Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû. 7Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin. 8Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike. 9Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê. 10Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. 11Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir. 12Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê. 13Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn. 14Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. 15Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.» 16Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. 17Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. 18Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.






Further episodes of "

Further podcasts by Tze-John Liu

Website of Tze-John Liu