"Poşmanim Îsa"-KurdîStrana Dêrê.mp4 - a podcast by Tze-John Liu

from 2020-03-12T01:53:57

:: ::

Kurdish Hymn-"I regret,Jesus"mp4. //
KORÎNTÎ I, 15 - Rabûna Mesîh

1Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn. 2Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye. 3Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wisa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir 4û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin. 5Ji Kîfas re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû. 6Piştî vê jî, di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû; û pirraniya wan hê dijîn, lê hin ji wan razane. 7Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re. 8Piştî hemûyan jî, ji min re jî xuya bû, ez ê ku mîna zarokekî jiberçûyî me. 9Çimkî ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê. 10Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî. 11Îcar, eger ez an jî ew, em weha didin bihîstin û we jî weha bawer kir.





Further episodes of "

Further podcasts by Tze-John Liu

Website of Tze-John Liu