Episode 96: Strana pîrozbûna Xiristiyan.mp4 - a podcast by Tze-John Liu

from 2020-03-12T01:53:41

:: ::

Kurdish christian worship song- Kamal Muhammed.mp4 //
KORÎNTÎ I, 13

Riya Herî Hêja: Hezkirin

1Eger ez bi zimanên mirov û milyaketan bêjim, lê hezkirina min tune be, ez bûme wek sifrekî ku deng derdixe an jî zengilekî ku dike çingeçing. 2Eger pêxemberîtiya min hebe û ez hemû siran û her zanayiyê bizanim û eger baweriya min a tam a ku çiyayan ji cihê wan rake hebe, lê hezkirina min tune be, ez qet ne tu ti?t im. 3Eger ez her ti?tê xwe bi alîkarîtî bidim û bedena xwe ji bo ?ewitandinê teslîm bikim, lê hezkirina min tune be, qet feyda min jê tune.

4Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake, 5ti?tên ne li rê nake, li feyda xwe nagere, hêrs nabe, li xerabiya kesî nagere; 6bi neheqiyê ?a nabe, lê bi rastiyê ?a dibe; 7bîhna xwe di her ti?tî de fireh dike, ji her ti?tî bawer dike, hêviya wê ji her ti?tî heye, li her ti?tî sebir dike.

8Dawiya hezkirinê qet nayê; lê heçî pêxemberîtî ne, wê betal bibin; heçî zimanên ruhanî ne, wê rabin; heçî zanîn e, wê betal bibe. 9Çimkî zanîna me kêm e û pêxemberîtiya me kêm e. 10Lê çaxê ku bêkêmahîtî bê, ya kêm wê betal bibe. 11Çaxê ku ez zarok bûm, min wek zarokan digot; wek zarokan fêm dikir; ez wek zarokan difikirîm; çaxê ez bûm zilam, min dev ji ti?tên zaroktiyê berda. 12Çimkî niha em di neynikê de, ne zelal dibînin, lê hingê emê rû bi rû bibînin. Niha ez hinekê dizanim, lê wî çaxî, çawa ku ez tam têm zanîn, ezê tam bizanim.

13Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Û ji van ya herî mezin hezkirin e.









Further episodes of "

Further podcasts by Tze-John Liu

Website of Tze-John Liu